Cebar Yawer: Bikaranîna hêzê ji aliyê Bexdayê ve li dijî Pêşmerge neyasayî bû

Cebar Yawer: Li navçeyên Kurdistanî, Hikûmeta Iraqê li dijî maddeya 9an a destûra Iraqê reftar kir û hêzên serbazî li dijî xelkê Kurdistanê bikar anî, ku bi xwe jî welatiyên Iraqê ne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ferîq Cebar Yawer, di dema birêveçûna Dîdara MERI de, ku bi siponseriya medyayî ya Kurdistan24ê birêve diçe, ragihand ku bikaranîna hêzê ji aliyê Bexdayê ve li dijî hêzên  Pêşmerge neyasayî bû.

Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ferîq Cebar Yawer diyar kir, ku gellek caran kêşeyên desthilatdariyê di warê diravî, abûrî, desthilatên Herêma Kurdistanê, pêwendiyên derve û hêzên Pêşmerge bûne kêşeyên siyasî, eger na ji bingehê ve, kêşeyên siyasî tine ne.

Herwiha Cebar Yawer weke nimûneykî behsa navçeyên Kurdistanî yên derveyî idareya Herêmê û ragihand, ku li wan navçeyan Hikûmeta Iraqê li dijî maddeya 9an ya destûra Iraqê reftar kir û hêzên serbazî li dijî xelkê Kurdistanê bikar anî, ku bi xwe jî welatiyên Iraqê ne.

N.O