Erdogan: Heger em Tirkperest bin, mafê Kurdan jî heye Kurdperestiyê bikin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje: Ew Tirk e, lê ne Tirkperest. Ger ew Tirkperst be, mafê Kurdan jî heye Kurdperest bin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje: Ew Tirk e, lê ne Tirkperest. Ger ew Tirkperst be, mafê Kurdan jî heye Kurdperest bin.
Erdogan îro di kombûna heftane ya partiya xwe de nerazîbûn li dijî biryara dadgeha bilind a di derbarê sûnda xwendekaran de nîşan da.
Serokomarê Tirkiyeyê dibêje, kesekî nîjadperst sûnda xwendekaran nivîsandiye û ew ji bilî sirûda netewî ya Tirkiyê ti sûndan nas nake.
Serokomarê Tirkiyê wiha axivî: “Sûnda xwendekaran di şert û mercên beriya şerê cîhanê ya duyemên de hatibû nivîsandin. Xwendina vê sûndê di dema yekpartîtiya CHPê de destpê kiribû û şaş e di Tirkiya niha ya demokratîk û azadîxwaz de berdewam bike.
Erdogan got jî: “Nivîskarê vê sûndê kesekî nijadperest bû. Ji bo netewa me sûnda herî bihêz û bibandor sirûda me ya netewî ye. Ji bilî sirûda xwe ya netewî ti sûndan em nas nakin û emê nas nekin jî.”
Herwiha Erdogan tekez kir: “Ez Tirk im, lê ez ne Tirkperest im. Tirkbûn cuda ye û Tirkperestî jî cuda ye. Ola me nîjadperestî qedexe kiriye. Nîjadperestî nîne. Her netewe dikare bi nasnemaye xwe serfiraz bibe. Tirk, Kurd û neteweyên din jî dikarin bi nasnameya xwe serfiraz bibin. Lê nabe nîjadperestî bê kirin. Ger hûn Tirkperestî bin, mafê welatiyê min ê Kurd jî çêdibe ku Kurdperest be. Lewma em rê bidin Tirk bi Tirkbûna xwe, Kurd jî bi Kurdbûna xwe serfiraz bibin. Lê bila nîjadperestî neyê kirin.”
S. B