HSD 102 alîgirên DAIŞê serbest berda
Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) 102 kesên ku pêwendiya wan bi girûpa DAIŞê re hebûn serbest berdan.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) 102 kesên ku pêwendiya wan bi girûpa DAIŞê re hebûn serbest berdan.
Medya nêzîkî HSD ragihand, ku bi destpêşxeriyekê ji aliyê rêveberiya xweser ve li bakur û rojihlatê Sûrya, Hêzên Sûrya Demokrat 102 kes li Parêzgeha Hesekê serbest berdan, ku bi tometa pêwendiyê li gel çekdarên DAIŞê hatibûn girtin ew jî piştî bidawîhatina dema sizadana wan ku di navbera 6 mehan heya 2 salan de bû.
Li gorî ku heman jêdera nêzîkî HSD belav kiriye, wan kesan cezayên xwe bidawî anîne û soz dane ku careke din tevlî ti rêxistinên tundrew nebin.
N.O