Siûdiyê û Behrên Supaya Pasdaran û Qasim Silêmanî tevlî lîsta terorê kirin
Hikûmeta Siûdiyê û ya Behrênê, Supaya Pasdaran û Feyleqa Qudsê û hejmarek ji efserên pilebilind ên wê feyleqê tevlî lîsta terorê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.
Hikûmeta Siûdiyê û ya Behrênê, Supaya Pasdaran û Feyleqa Qudsê û hejmarek ji efserên pilebilind ên wê feyleqê tevlî lîsta terorê kirin.
Ajansa fermî ya nûçeyan ya Siûdiyê, ji ser zimanê Dezgeha Ewlehiya Siûdiyê belav kiriye, ku serkirdeyê Feyleqa Qudisê Qasim Silêmanî û herdu efserên wê Feyleqê yên bi navên Hamid Ebdullahî û Ebdilrîda Şehlayî jî, ji aliyê herdu welatên Behrên û Siûdiyê, tevlî lîsta lîsta hatine kirin.
Heman ajansê diyar kir, ku navên hin kesên din jî tevlî lîsta terorê hatine kirin, ku pêwendiya wan bi Talîban re heye û piranya wan kesan jî Îranî ne.
Ev yek di demekê de ye, ku Wezareta Gencîneya -Xezîneya- Amerîkî, di sala 2011an de, ragihandibû ku Qasim Silêmanî û Hamid Ebdullahî û Ebdilrîda Şehlay, balyozê wê demê yê Siûdiyê li Amerîka Adil Cubêr bikujin, ji ber wê yekê jî siza li ser wan kesan sepandibû.
N.O