Hêzên Îranî 3 çalakvanên Kurd desteser kirin

Sê çalakvanên jîngeparêz ên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve, li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Sê çalakvanên jîngeparêz ên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve, li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin.

Navendên berevanîkirinê di ber Mafên Mirovan de, belav kirine ku sê çalakvanên jîngeparêz ên Kurd bi navên: Wirya Xusrewî, Şugêrd Gulawî û birayê wî Zanyar Gulawî, ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatin girtin.

Berî du mehan jî, çar jîngeparêzên Merîwan jî, di dema vemrandina agirê daristanên Merîwan de, bi sedemeke nediyar hatibûn kuştin.

N.O