Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin kerta taybet a biyanî bê Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Civata Bazirganî ya Amerîka-Kurdistanî civiya, ku ji nûnerên 30 kompaniyên warên cuda yên bazirganiya Amerîkî pêk hatibû.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ew handana kerta taybet a biyanî dikin, daku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bike.

Îro Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Civata Bazirganî ya Amerîka-Kurdistanî civiya, ku ji nûnerên 30 kompaniyên warên cuda yên bazirganiya Amerîkî pêk hatibû.

Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya wan alîkariyên mirovî û serbazî yên Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê kir û behsa pêşveçûnên vê dawiyê yên abûriya Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha ragihand, ku handana kerta taybet û sermayedarên biyanî, yek ji karên serekî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û got: Hikûmet berevaniyê li wê pirojeya çaksaziyê dike, ku ji bo Perlemana Kurdistanê hatiye pêşkêşkirin û tekez kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li kompanî û sermayedarên biyanî dike û asankarî û alîkariyên pêwîst pêşkêşî wan dike.

Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan pesnê bizavên serketî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo derbaskirina rewşa zehmet û kirîzên Herêma Kurdistanê da û qurbanîdana xelk û Pêşmergên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de, bilind nirxand, herwiha amaje bi wê yekê kir ku derfetek guncayî li Herêma Kurdistanê heye, ji bo pêşxistina jêrxana abûrî û hatina sermayedaran û got: Yasayên Herêma Kurdistanê di vê derbarê de hander û fakterên bihêz in.

Nûnerên kompaniyên Amerîkî, her yek û li gorî pisporiya xwe behsa wan waran kirin, ku karin têde li Herêma Kurdistanê kar bikin.

N.O