Goran û Komel: Emê encamên hilbijartinan tane bikin

Goran û Komel: Heya niha me herdu aliyan biryar nedaye, emê beşdarî Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bibin yan na, lê emê pêkve yan jî bi şêwrê li gel hev biryara xwe bidin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro Tevgera Goran û Komela Islamî li Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna kesê yekem ji herdu aliyan civînek lidar xistin û piştî civînê, di kongirekî rojnamevanî de ragihandin, ku ewê bi hev re kar bikin û encamên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê tane bikin.

Peyvdarê Tevgera Goran Şoreş Hacî diyar kir, ku ewê li gel Komela Islamî encamên Hilbijartinan tane bikin û li ser encamdana karên hevbeş berdewam bin.

Got jî: Heya niha me herdu aliyan biryar nedaye, emê beşdarî Hikûmetê bibin yan na, lê emê pêkve yan jî bi şêwrê li gel hev biryara xwe bidin.

Hevdem peyvdarê Komela Islamî li Kurdistanê Rêbwar Hemed, derbarê beşdarîkirina wan di Hikûmeta dahatî ya Iraqê de got: Divê pişka Kurdan li Bexdayê ji bo hemû aliyan be û divê ji bo berjewendiya giştî be.

N.O