Gotûbêjên pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpê kirin

Sefîn Dizeyî: Destêpkê wê PDK di nav xwe de gotûbêjan bike, da bizane ka ewê li gel çi aliyekî hevpeymaniyê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ku Partiya Demokrat a Kurdistanê, derbarê pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di nav xwe de gotûbêjan dike.

Sefîn Dizeyî diyar kir, ku destêpkê wê PDK di nav xwe de gotûbêjan bike, da bizane ka ewê li gel çi aliyekî hevpeymaniyê bike.

Derbarê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê jî got: Kurd piştevaniya Hikûmeta Adil Ebdilmehdî dikin, lê divê Kurd di Hikûmeta dahatî ya Iraqê de, bi aliyên din re hevpar bin.

Tekezî li ser mafên gelê Kurdistanê kir û ragihand, ku pêwîst e pirsa Pêşmerge û maddeya 140 ya destûrê di kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de were gotûbêjikirin.

Li gorî encamên fermî yên hilbijartinên 30ê Êlûna derbasbûyî, PDK 688 hezar û 70 deng bidestve aniye û kariye 45 kursiyan misoger bike.

N.O