Hewalgîriya Iraqê plandarêjê danîna bombeyên DAIŞê desteser kir

Endamên Hewalgîriya Iraqê plandarêjê sereke yê danîna bombeyên DAIŞê li parêzgeha Enbarê desteser kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamên Hewalgîriya Iraqê plandarêjê sereke yê danîna bombeyên DAIŞê li parêzgeha Enbarê desteser kir.

Îro Dezgeha Hewalgîriya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber destkeftina zanyariyên hûr û bawerpêkir, Fîrqeya 10 karî plandarêjê sereke yê çandina bombeyên DAIŞê destser bikin.

Dezgeha Hewalgîriya Iraqê da zanîn, li navçeya el-Boteyban a parêzgeha Enbarê, kemînekê ji wî berpirsê DAIŞê re hate danîn û karîn wî desteser bikin.

Diyar kir jî, ew plandarêjê çandina bombeyên DAIŞê di çendîn kiryarên teroristî de beşdar bûbû û hejmareke mezin ji endamên hêzên ewlehiyê û leşkerên Iraqê kuştiye.

 

S. B