Navên çend kandîdên wezaretên Bexdayê bi fermî hatin belavkirin
Biryar e îşev demjimêr 20:00 parlemantoya Iraqê bo pesendkirina hikûmeta nû bicive û baweriyê bide kabîneya hikûmî ya Adil Ebdilmehdî pê hatiye spartin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îşev demjimêr 20:00 parlemantoya Iraqê bo pesendkirina hikûmeta nû bicive û baweriyê bide kabîneya hikûmî ya Adil Ebdilmehdî pê hatiye spartin.
Bi awayekî fermî navê 21 kesan hat belavkirin, ku ji bo wergirtina postên wezarî hatine pêşniyazkirin. Nav jî wiha ne:
Wezareta Derve: Mihemed Elî Hekem.
Wezareta Navxwe: Falih Feyaz.
Wezareta Bergîriyê: Feysel Cerba.
Wezareta Petrolê: Samir Xezban.
Wezareta Darayî: Fûad Husên.
Wezareta Plandanan: Eyad Samiraî.
Wezareta Dad: Asma Sadiq.
Wezareta Pêwendiyan: Neîm Rubeyî.
Wezareta Veguhastinê: Ebdula Leîbî.
Wezareta Perwerde: Seba Taî.
Wezareta Jêderên Avê: Cemal Adilî.
Wezareta Keşûkalê: Salih Husnî.
Wezareta Tenduristiyê: Ela Ilwan.
Wezareta Pîşesazî: Salih Cibûrî.
Wezareta Rewşenbîriyê: Hesen Rubeyî.
Wezareta Kehrebê: Loey Xetîb.
Wezareta Xwendina Bilind: Qusey Suheyl.
Wezareta Kar: Basim Rebîî.
Wezareta Gencan: Ehmed Ubeydî.
Wezareta Bazirganiyê: Mihemed Haşim Casim.
Wezareta Avedankirin û Niştecîkirinê: Bengîn Rêkanî.
Roja 2ê Cotmehê Parlemantoya Iraqê Adil Ebdilmehdî bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê spartibû. Li gor destûra Iraqê, divê Adil Ebdilmehdî di heyama 30 rojî de hikûmeta xwe pêk bîne û ji aliyê parlemantoyê ve bê pesendkirin.
S. B