Wezareta Perwerdê: Divê Sûnda Xwendekaran nemîne
Wezerate Perwerda Netewî ya Tirkiyê, ji Dadgeha Bilind xwest ku biryara xwe ya Sûnda Xwendekaran, rawestîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezerate Perwerda Netewî ya Tirkiyê, ji Dadgeha Bilind xwest ku biryara xwe ya Sûnda Xwendekaran, rawestîne.
Biryara Dadgeha Bilind a 8emîn, ku xwestibû Sûnda Xwendekaran di dibistanên seretayî de were xwendin. Ji bo betalkirina wê jî, Wezareta Perwerdê jî, kete nav liv û tevgerê.
Ev daxwaza Wezareta Perwerdê, ji aliyê Dadageha Bilind ve dê were şîrovekirin û paşê dê biryarekê li ser bide.
Ev daxwaza Wezareta Perwerdê, piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan hate kirin ku goti bû: “Ez ji Sirûda Netewî pê ve, ti sûndeke din nasnakim.”
Sûnda xwendekaran, ji aliyê Dr. Reşît Galîp ve hatiye nivîsandin, tê de goterên nîjadperestî û Tirkçîtiyê li ser xwendekarên seretayî ferz dike.
Ev sûnde, di pêvajoya Aştiyê ya 2013an de hatibû qedexekirin.
S. B