Serok Barzanî di salvegera Dastana Sihêla de peyamek belav kir

Serok Barzanî: Îro bîst û şeşê Cotmehê, yekem salvegera Dastana Mezin a Sihêla û Mehmûdiyê ye, ku tê de Pêşmergeyan dîrokeke nû ya bergirî û xwe neçemandinê tomar kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serok Mesûd Barzanî di yekem salvegera Dastana Sihêla de, peyamek li ser hejmara xwe ya Twitterê belav kiriye û têde nivîsiye: Îro bîst û şeşê Cotmehê, yekem salvegera Dastana Mezin a Sihêla û Mehmûdiyê ye, ku tê de Pêşmergeyan dîrokeke nû ya bergirî û xwe neçemandinê tomar kirin.

Di dirêjiya peyama xwe de Serok Barzanî dibêje: Sipas ji bo wan qaremanên beşdar û bi hezaran silav ji bo şehîdên wê Dastanê, ku xwîna xwe pêşkêşî gel û niştiman kirin.

Piştî pîlana 16ê Cotmeha 2017an û dagîrkirina Kerkûkê û gellek navçeyên din yên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê ji aliyê Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ve, ku bi alîkariya hin serkirde û fermandeyên ser bi YNKê ve ew pîlan hatibû encamdan, çekdarên Heşdê û hêzên Iraqî xwestin navçeya Sihêla û Mehmûdiye jî dagîr bikin û destê xwe li ser dergeha navdewletî ya Ibrahîm Xelî û korîdora Pêşabûrê deynin, lê hêzên Pêşmergên Kurdistanê rê li ber wan girtin û bi tundî bersiva çekdarên Heşdê û Artêşa Iraqê dan û bi dehan ji wan kuştin û birîndar kirin û bi dehan jî dîl kirin û paşê ew dîlana serbest berdan û bi vê yekê dastaneke din di dîroka berevaniyê di ber axa Kurdistanê de, tomar kirin.

N.O