Stiranbêja navdar a Irelandî Sinead Oconnor islama xwe ragihand

Sinead Oconnor, stiranbêja rokstar a Irelandî, islama xwe ragihand û navê Shuhada Davitt li xwe kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Sinead Oconnor, stiranbêja rokstar a Irelandî, islama xwe ragihand û navê Shuhada Davitt li xwe kir.

Li gorî nûçeyeke rojnameya The Daily Mail a Birîtanî, Sinead ku dayika çar zarokan e û hîn rewşa wê ya derûnî baş nebûye, li ser hejmara xwe ya Twitterê nivîsiye: Ez dixwazim rabigehînim, ku bi serfirazî ez bûme misilman.

Niha navê wê stiranbêjê Shuhada Davitt e û wêneyê pirofayla xwe ya Twitterê bi nivîsekê guheriye ku têde dibêje: Şerpeyê li xwe bike.

Îna derbasbûyî, Shuhada vîdyoyek belav kiribû û têde banga Islamî ji bo nimêjê dida, piştre nivîsî: Ev bizava min e ji bo xwendina bangdanê, lê wê bisedan bizavên din jî li pey vê bizavê bên. Li şaştiyên min bibûrin, ji bo yekemcar bangdanê bikim, min 30 carî rahênan kir, lê ezê di pêşerojê de, wa bikim ku xelk nikaribin ji guhdarîkirina min têr bibin.

N.O