Bi vîdyo.. Li Diyarbekirê zemînê du jinên Kurd daqurtand
Medya Tirkî girte vîdyoyek belav kirine, ku têde du jinên Kurd li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, ji ber herifîna zemînê, di çalekê de wer dibin û ji mirinê rizgar dibin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Medya Tirkî girte vîdyoyek belav kirine, ku têde du jinên Kurd li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, ji ber herifîna zemînê, di çalekê de wer dibin û ji mirinê rizgar dibin.
Malpera CNN Turk belav kiriye, dema ku du jin di kolaneke Diyarbekirê re derbas dibin, zevî di bin nigên wan de diherife û herdu jên tên xwarê û ew bûyer ji aliyê kamîreyeke çavdêriyê ve hatiye tomarkirin.
Li gorî medya Tirkiyê, ew herdu jin ji mirinê rizgar bûne û bi sivikî birîndar bûne.
N.O