Baran û lehiyê ziyan li gundên Pişder û Qendîlê li Herêma Kurdistanê kirin

Şevê din ji ber lehiyê li gundên newala Suredê, 15 xanî herifîn û du pir wêran bûn, herwiha du otombêl li ber lehiyê çûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Şevê din bi sedema baran barînê û rabûna lehiyê li beşekî ji gundên Pişder û binarê çiyayê Qendîlê, çendîn xaniyên welatiyan herifîn û li navçeya Sengeser welatiyek li ber lehiyê çû, lê malbata wî piştî bizavên du demjimêran ew rizgar kirin.

Welatiyê ji devera binarê Qendîlê Mihemed Ebdella ji Kurdistan24ê re got: Şevê din ji ber lehiyê li gundên newala Suredê, 15 xanî herifîn û du pir wêran bûn, herwiha du otombêl li ber lehiyê çûn.

Ev yek di demekê de ye, li derdora Ranya jê lehiyê gellek darên hişk li ber xwe aniye û ji sibehê ve, welatiyên wê deverê, wan daran kom dikin.

Herwiha şevê din, bi sedema baranbarînê li devera Sîdekan, 3 pir herifîn û gellek ziyan li 10 baxçe û rez û baxên welatiyan hatin. Li Hecî Omeran jî pirek herifî û malên hin welatiyan di bin avê de man.

N.O