Ji Almanya 249 kes çûn e nav refên YPG

Hikûmeta Almanyayê ragihand, bi armanca şerê dijî DAIŞ'ê, ji Almanyayê 249 kes çûn e nav refên YPG

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Almanyayê ragihand, bi armanca şerê dijî DAIŞ'ê, ji Almanyayê 249 kes çûn e nav refên YPG û heta niha ji wan 124 kes dîsa vegeriyane Almanyayê.

Wezareta Navxweyî ya Almanyayê, liser pirsiyarnameya Partiya Çep, da xuyakirin, beriya sala 2017an 204 kes, piştî 2017an jî 45 kes beşdarî YPG bûn e û ji wan, 69 kes welatiyên Almanyayê ne.

Hat destnîşankirin, kesên bo şerê dijî DAIŞ çûne, welatiyên Almanya, Tirkiyê û Sûriyê ne û li gor agahiyên wan 21 kesan di şer û pevçûnan de canê xwe jidest dan e û 124 kes jî careke din vegeriyane Almanyayê.

Hat ragihandin heta niha di derbarê 32 kesên vegeriyane Almanyayê de doz hatiye vekirin û bi beşdariya rêxistina terorê tên tometbarkirin.

 

 

C.B