Tirkiye welatiyekî Almanî bi 6 salan ceza kir

Tirkiye welatiyekî Almanyayê bi tohmeta endamtiya YPGê bi 6 sal û 3 mehan ceza kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye welatiyekî Almanyayê bi tohmeta endamtiya YPGê bi 6 sal û 3 mehan ceza kir.

Dadgehkirina welatiyê Almanyayê Patrick Kraicker li bajarê Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi rê ve çû û dadgehê ew bi endamtiya PKKê tohmetbar kir û 6 sal û 3 meh ceza da wî.

Herwiha dadgehê bi hunceta ku derbasî herêmeke keşkerî bûye, cizaya salek û 8 mehan jî li Patrick Kraicker sepand, lê ew ciza nayê cibicîkirin.

Welatiyê Almanyayê Patrick Kraicker di 4ê Adarê de li bajarokê Silopiyê hatibû girtin û heta niha zindanî bû.

Biryara zindanîkirina welatiyê Almanyayê di demek wisa de ye, pêwendiyên Tirkiye û Almanyayê ber bi başiyê ve diçin.

 

S. B