Diyarbekir mînakeke xurt a pêkvejiyanê ye

Li Diyarbekirê di Navenda Çandê Ya Cegerxwîn de ji aliyê Cemiyeta Belavkirina Zanistê ve Sempozyûma Diyarbekirê ya Navneteweyî tê li darxistin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê di Navenda Çandê Ya Cegerxwîn de ji aliyê Cemiyeta Belavkirina Zanistê ve Sempozyûma Diyarbekirê ya Navneteweyî tê li darxistin. Di sempozyuma bo danasîna Diyarbekir de gelek akademisyen, nivîskar û siyasetmedar jî beşdar bûn. Ji Hewlêrê jî akademisyen beşdarî sempozyûmê bûn û amaje kirin ku pêdivî bi xebatên wiha hene.

Diyarbekir, ji aliyê civakî, dîrokî û aboriyê ve bi sempozyûmeke navneteweyî tê danasîn. Di sempozyûmê de ji gelek welat û bajaran nivîskar, lêkolîner, akademisyen û siyasetmedar jî beşdar bûn. Di vekirina sempozyûmê de Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî gotarek pêşkêş kir û balkişand ser girîngiya pêkvejiyanê û amaje kir ku Diyarbekir jî mînakeke xurt a pêkvejiyanê ye. Di derbarê armanca sempozyûmê de Serokê Yekîtiya Alimên Medreseyan Muhemmed Tayyîp Elçî amaje kir ku bi vê sempozyûmê dê teybetmendiyên dewlemend û rasteqîn ên Diyarbekirê derkevin pêş.

Serokê Yekîtiya Alimên Medreseyan Mûhammed Tayyîp Elçî ji K24ê re got: "Em li Diyarbekirê ne. Diyarbekir di cîhanê de xwediyê ciheke mustesna ye. Ji ber vê yeke pêdivî heye ku bi sempozyûmên wiha Diyarbekir bi awayeke rast were danasîn."

Di sempozyûmê de Parlementerê Ak Partî yê Diyarbekir Mehdî Eker jî gotarek di derbarê pêkvejiyana pirçandî ya di nav aştiyê de pêşkêş kir û anî zimên ku pêwîste hemû nirxên cûda yên Diyarbekir werin parastin. Di sempozyûmê ji Hewlêrê jî beşdar hebûn û ji Zankoya Selahaddîn Profesor Hekîm Ehmed anî zimên ku Diyarbekir bajarek qedîm e û têkiliyên di asta akademik de girîng in û beşdariya sempozyûmê nîşaneya peywendiyên xurt ên di navbera Hewlêr û Diyarbekirê de ye.

Profesorê Zankoya Selahaddîn Hekîm Ehmed dibêje: "Têgihiştina zanistî ya di navbera Diyarbekir û Hewlêrê de zor girîng e. Xebatên wiha di qazanca hemû Kurdan de ye. Em tên vê derê bi kesayetên girîng ên akademisyen re dikevin têkiliyê hev dinasin. Ev yek jî girîng e."

Biryar e ku Sempozyûma Navneteweyî ya Diyarbekirê heta 28ê Cotmehê roja yekşemê bidome û di dawiya sempozyûmê de jî gotarên ku di sempozyûmê de hatine pêşkêş kirin werin berhevkirin û paşê jî wek pirtûk were çapkirin.