Erdogan berî lûtkeyê mijara rojhilatê Ferêt anî rojevê

Careke din rojeva sereke ya li Tirkiyê bû mijara rewşa Minbic û egera pêkhatina operasyoneke li Rojhilatê Çemê Ferêt.

 

K24 – Stenbol

Careke din rojeva sereke ya li Tirkiyê bû mijara rewşa Minbic û egera pêkhatina operasyoneke li Rojhilatê Çemê Ferêt. Digel ku Amerîka naxwaze jî, Erdogan di her fersendê de peyamên derbarê egera pêkhatina operasyoneke li dij Rojhilatê Çemê Ferêt dide. Gelo ev peyam tên çi wateyê? Pisporên li Tirkiyê ev peyam nirxandin.

Di serdema civîna çarqolî ya dahatûya Sûriyê de, daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Erdogan ya derbarê rojhilatê çemê Ferêt de bû mijara sereke ya nîqaşê. Herî dawîn Erdogan ragihand, ew ê bji Minbîçê wêdetir, berê xwe bidin rojhilatê Ferêt, ew der ji bo wan xetta sor e. Tam jî di erîfeya vê lûtkeya çarqolî de, ev daxuyaniyên Erdogan, ji aliyê çavdêran ve watedar hate şîrovekirin.

Li gorî Pisporê Ewlehiyê Abdullah Agar, her çiqas di hin waran de lihev kiribin jî, derbarê rojhilatê Ferêt de li ser meseleya YPG û PYDê wê careke din rageşî dest pê bike, di nava Tirkiye û Amerîkayê de. Ew dibêje; Amerîka çareseriyeke bi PKK li Tirkiyê ferz dike, lê Tirkiye li ber xwe dide û vê yekê qebûl nake.

Leşkerê berê yê Stratejîst Abdullah Agar ji K24ê re got: "Bi boçûna min wê di nêzîkte li rojhilatê Ferêt ji bo danîna herêmeke tampon operasyonek bê lidarxistin, wek ya Rojavayê Firadê. Erdogan berê gotibû, wê kurahiya wê herêma tampon jî 40 kîlometre be. Hatina Pompeo ya bo Tirkiyê esil ji bo Minbîç û rojhilatê Firadê bû. Di paşperdeya hevdîtinê de bazar hate kirin. Lê ya ku em dizanin Amerîka li ser Sûriyê amadekariya planeke mezin dike."

Di derbarê daxuyaniya Erdogan ya li ser rojhilatê Ferêt de, Pisporê Ewlehiyê Yusuf Alabarda jî dibêje; di demek nêzîkte egera pêkhatina operasyoneke li rojhilatê Ferêt nîn e. Dibe ku hêzên asîmanî, ji operasyona Efrîn û Mertalê Ferêt cûda, li dij baregehên çekên giran ên di destê YPG û PYDê de ku ji aliyê Amerîkayê ve bo wan hatine şandin di şevekê de ji nişka ve bombebaran bike. Li gorî Alabarda, di nava Tirkiye û Amerîkayê de jî bazarek nîn e. Eger Tirkiye bi nav Sûriyê de neçûna wê Amerîkayê di bin gûhê Tirkiyê de projeyeke wek ya Îsraîlê xêz bikirana.

Pisporê Ewlehiyê Yusuf Alabarda dibêje: "Erdogan di vê daxuyaniyê de dibêje; Ne Idlib ne jî Minbîç wê nikaribe wê tevgerîn û xeteraya ku li rojhilatê Feradê li dij Tirkiyê pêk tê bide jibîrkirin. Ger li Minbiçê pêşketin rû bidin jî Tirkiye dibêje; ew hêzên ku Amerîka li rojhilatê Ferêt piştevaniya wan dike, ji bo Tirkiyê gef in û Tirkiye di vê derbarê de di teyyaqûzê de ye. Di meseleya Brûnson û Kaçikçî de, dive neyê fêmkirin navbeyna Tirkiye û Amerîkayê baş bûye, heta ku Amerîka li rojhilatê Ferêt mil bide PKKê wê tû carî nava her dû welatan baş nebe."

Li gorî pisporan dahatûya Sûriyê biqasî Tirkiyê ji bo Rûsya, Almanya û Fransayê jî mijareke giring e. Herkê hisabên wan ên cûda cûda hene. Di lûtkeyê de wê hemû welat mijarên li gor berjewendiyên xwe bînin ziman. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî ji loma beriya lûtkeyê mijara giringiya rojhilatê çemê Ferêt aniye rojevê, da peyamekê bide hem Amerîka û hem jî Îranê, ne tenê wan welatên ku beşdarî lûtkeyê bûne.