Erdogan: “Emê gefên li rojhilatê Ferêt jinav bibin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê serokên Almanya, Fransa, Rûsya û Tirkiyê li ser krîza Sûriyê lûtkeyek çaralî pêk anîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê serokên Almanya, Fransa, Rûsya û Tirkiyê li ser krîza Sûriyê lûtkeyek çaralî pêk anîn.

Li qesra Wehdettîn a li Stenbolê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li ser rewşa Sûriyê hewldanên çareserkirina krîza li wî welatî civîneke çaralî pêk anîn. Nûnerê Netewên Yekgirtî (NY) yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê Steffan de Mistura jî beşdarî vê civînê bû.

Piştî lûtkeya li ser Sûriyê, serokên her çar welatan civîneke hevbeş a çapemeniyê lidarxistin.

Em berdewam bin li ser jinavbirina gefên li rojhilatê Ferêt

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpêkê axivî û got, armanca wan ew e xwîna ku li Sûriyê tê rijandin bidin sekinandin û wiha pê de çû, “Ji ber ku civaka navdewletî xwe hîn nekiriye xwediyê vê ev mesele çareser nebûye. Divê ev xemsarî bidawî bê. Hindî ku însiyatîf neyê wergirtin ev mesele dê kurtir bibe. Dibe sînerjiya li Astanayê hatiye bidestxistin bi beşdariya Almanya û Fransayê bikeve asteke jortir. Formata Astanayê bo civaka navdewletî bû mînak. Îro me baweriya xwe ya bo yekgirtina xaka Sûriyê dûpat kir. Kêfxweşiya li hember rêeKftin û rewşa Sûriyê aliyan anî ziman. Xebatên komîsyona destûrê mijarên lûtkeyê bûn. Divê herkes êdî ji bo bidawîanîna vê trajediyê kar bike. Li ser vegera penaberan bo welatê xwe jî gotûbêj hatin kirin.”

Erdogan di axaftina xwe de dîsa êrişî hêzên kurdî kir û got, “Em berdewam bin li ser jinavbirina gefên li rojhilatê Ferêt.”

Xebatên komîteya destûrê destpê bikin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin axivî û got ku danezaneke hevbeş li ser çareserkirina qeyrana Sûriyê di navbera her ça alriyan de hatiye qebûlkirin.

Putin wiha got, “Her çar welat ji bo asayîkirina rewşa Sûriyê dê li ser xebatên xwe berdewam bin. Aşitî û seqamgirî tenê bi rêyên dîplomatîk pêkan e. Her çar welat li ser vê yekê di heman baweriyê de ne. Divê xelkê Sûriyê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bike û divê rêz li yekgirtina xaka Sûriyê bê girtin. Tundutijî hinekê kêm bûye lê divê ew aliyên radîkal bi temamî bên paqijkirin. Grûpên radîkal li Idlibê êriş bikin Rûsya dê li ser alîkariya xwe ya bi rejîma Sûriyê berdewam be. Em li bendê ne Tirkiyê bibe alîkar ku di demek nêz de grûpên çekdar ji herêma bêçek a Idlibê vekişin. Divê xebatên komîteya destûrê destpê bikin. Em pêşniyaz dikin li ser penaberan konferanseke navdewletî pêk were. Li Sûriyê bêyî Îranê bi çareserriyek nabe û divê gotûêbj li gel Îranê jî bên kirin.”

“Pêwîst e xelkê Sûriyê di derbarê pêşeroja xwe de xwedî gotin be”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di destpêka axaftina xwe de ji ber êrişa li ser kinîşteyeke li Amerîkayê serxweşî aresteyî xelkê Ameîrkayê kirin û li ser rewşa Sûriyê jî wiha got, “Li Sûriyê du şer birêve diçin. Yek; şerê li dijî terorê û duyem, şerê di navbera rejîm û opozîsyonê. Pêwîst e xelkê Sûriyê di derbarê pêşeroja xwe de xwedî gotin be. Em hewldanên Tirkiyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

“Li ser bingeha NYê çareseriyeke siyasî bê dîtin”

Herî dawîn jî Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel axivî û got, “Divê çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bê dîtin. Herçiqas nêzîkahiyên cuda hebin jî me danezeneke hevbeş belav kir. Divê li ser bingeha NYê çareseriyeke siyasî bê dîtin. Em amade ne ji bo berdewamkirina agirbesta li Idlibê ya ji destê me bê bikin. Divê destûreke nû û hilbijartin bên pêkanîn. Çareseriyeke siyasî ji bo ku xelk vegere cihên xwe şert e.”