HSD red dike ji Sosê vekişiya be
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike ku şervanên wan li bajarokê Sosê yê li rojhilatê Dêrazorê vekişiya bin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike ku şervanên wan li bajarokê Sosê yê li rojhilatê Dêrazorê vekişiya bin.
Peyvdara Operasyona Bahoza Cezîrê ragihand, şervanên wan rûbirûyî êrîşa çekdarên DAIŞê li gundê Baxozê bû û di encamê de 80 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 14 şervanên HSDê jî canê xwe jidest dan.
Herwiha Lîlwa Ebdula red kir jî ku şervanên wan ji bajarokê Sosê vekişiya bin û got, hîn şerê wan li wê navçeyê bi çekdarên DAIŞê re berdewam e.
Ev daxuyaniya Peyvdara Operasyona Bahoza Cezîrê piştî wê tê, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê êrîşeke berfereh bi zêdetir ji 200 çekdarî û otombîlên ku ji tonelan derketin encam dan.
Li gor Rewangehê belav kiriye, di encama wê êrîşê de 68 şervanên HSDê hatin kuştin ku di nava wan fermandarek jî hebû û zêdetir ji 100 şervanî jî birîndarî bûn û DAIŞê ew her du dever jî kontrol kirin. ji aliyê DAIŞê jî 24 çekdar hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê HSDê berî çend rojan ragihandibû, şervanên HSDê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê derbasî bajarokê Sosê bûbûn û gelek xal ji destê DAIŞê kontrol kiribûn.
HSDê roja 10.9.2018an dawî qonaxa şerê li dijî DAIŞê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê Dêrazorê ji bo rizgarkirina navçeyên Hecîn, Sose, Şe'ife û gundê Mezar'i û derdora wan navçeyan ragihandibû.
S. B