Artêşa Tirk li Rojhilatê Firatê êrîşî YPG kir
Ligor agahdariyên medya Tirkiye ku ji serfermandariya serbazî ya Tirkiye wergirtî, Artêşa Tirkiye li devera Zor Mixar binkeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bordûman kiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor agahdariyên medya Tirkiye ku ji serfermandariya serbazî ya Tirkiye wergirtî, Artêşa Tirkiye li devera Zor Mixar a ku dikeve rojavayê bajarê Kobanê binkeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bordûman kiriye.
Tê ragihandin, egera êrîşê astengkirina tevgerên YPG li deverê tê destnîşan kirin, ku ji devera Zor Mixar metirsî liser ewleyiya hêzên Tirkiye hebûye.
Di agahdariya medya Tirkiye de herweha tê ziman ku, Artêşa Tirkiye dê her hewldanek YPG ku ji Tirkiye re metirsîdar e bibe armanca êrîşê.
Liser encamê êrîşê ku ziyanên canî hene yan na, tu agahdarî nehatiye dayin
C.B