Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Bergîriya Îtalya tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazç li Wezçra Bergîriyê ya Îtalyayê û rewşa siyasî ya Herêm Kurdistanê û Iraqê ji piştî DAIŞê gotûbêj kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di civînekê de digel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezîra Bergiriyê ya Îtalyayê spasiya hikûmet, pêşmerge û xelkê Kurdistanê kir ku bi mêrxasî rûbirûyê metirsiya DAÎŞê bûn û got ku dê welatê wê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê leşkerî û mirovî de berdewam be.
Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja yekşemê 28.10.2018ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Wezîra Bergiriyê ya Îtalyayê Elisabetta Trenta û şandeya pê re ku ji Balyoz Îtalyayê li Îraq û Konsulê wî welatî li Hewlêrê û hijmareke berpirsên leşkeriyê Îtalyayê pêkatibû, kir.
Wezîra bergiriyê ya Îtalyayê sipasiya hikûmet, pêşmerge û xelkê Kurdistanê kir ku bi bwêrane berhingarî DAÎŞê bûn. Şandeya mêvan tekîd li ser wê yekê kir ku Îtalya dê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê leşkerî û însanî de berdewam be û hevkarî û hevahengiya hikûmet û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê bi hêzên leşekriyên Îtaliyayê re yên li herêma Kurditan û Bendava Mûsilê bilind nirxand ku Bendava Mûsilê ji aliyê kompaniyeke îtalyayî ve tê nûjen kirin.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên di warê mirovî û leşkerî yên di çarçoveya hevpeymaniay dijî DAÎŞê de û di roj û rewşên dijwar de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine, kir.
Serokwezîr spasiya serowkezîrê berê yê talyayê kir ku di dem û rewşek dijwar de serdana Herêma Kurdistanê kir û herwesa, sipasiya kopmaniya îtalyayî ya ku Bendava Mûsilê nûjen dike û Îraqê ji metirsiyeke mezin diparêze, kir. Serokwezîr Barzanî xwesteke Herêma Kurdistanê nîşan de ku dixwaze di hemû waran de têkeliyên xwe bi Îtalyayê re xurt û berfireh bike.
Pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasiya Îraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa Fedral û hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê di civînê de hatin gotûbêj kirin.
S. B