Li rojhilatê Dêrazorê şerekî giran rû dide
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez dike, şerekî giran li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê birêve diçe û gelek ziyanên canî hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez dike, şerekî giran li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê birêve diçe û gelek ziyanên canî hene.
Peyvdara HSDê Lîlwa Ebdula ji medyaya nêzîkî HSDê re ragihand, di girantirîn rojên şer de ne, toz û rewşa hewayê jî rewşa şer giran kiriye.
Amaje bi wê jî da, di çend rojên bûrî de hejmarek ji şervanên HSDê canê xwe jidest dane û hejmarek jî birîndar bûne. Ji aliyê DAIŞê ve jî herî kêm 80 çekdar hatine kuştin û hejmarek otombîlên wan jî hatine jinavbirin.
Peyvdara HSDê diyar kir, her çend e şerê ji bo jinavbirina DAIŞê giran bûye, lê şervanên wan bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hewl didin di zûtirîn dem bêgehên DAIŞê jinav bibin.
Duhî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, HSD ji bajarokê Sose û gundê Baxozê yên li rojhilatê Dêrazorê vekişiyaye û DAIŞ careke din ew bajar kontrol kir. Bi vê yekê jî DAIŞ careke din xwe gihande sînorê Iraqê.
Rewangehê îro da zanîn, ji bo piştevaniyê 300 şervan ji Hêzên Taybet ên HSDê ji navçeyên başûrê Hesekê ji Hol û Şedadê û 12 otombîlên Hemmur ên Amerîkî gihîştin rojhilatê Dêrazorê.
S. B