Li Almanya Şehîd Seîd Çurukkaya bibîr hat

Li bajarê Doesburg yê Almanya dusaliya şehîdbûna Seîd Çurukkaya (Dr. Silêman) Çurukaya ji aliyê Rewşenbîr, siysetmedar, çîn û tiwêjên hemû Kurdistanê hate bibîr anîn . Dr. Silêman yê ku li devera Şingalê bi giranî birîndar bûbû, piştre li nexweşxana Koplênzê şehîd bû.

 

K24 - Doesburg

Li bajarê Doesburg yê Almanya dusaliya şehîdbûna Seîd Çurukkaya (Dr. Silêman) Çurukaya ji aliyê Rewşenbîr, siysetmedar, çîn û tiwêjên hemû Kurdistanê hate bibîr anîn . Dr. Silêman yê ku li devera Şingalê bi giranî birîndar bûbû, piştre li nexweşxana Koplênzê şehîd bû.

Pêşmergeyê xwebexş û pisporê pûçkirina mîn û teqemeniyan Seîd Çurukkaya (Dr. Silêman) xelkê herêma Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê ye û li Almanya dijiya û li wî welatî xwendina xwe ya zankoyê berdewam dike û beşê pêwendiyên civakî li zankoya Hamburgê temam dike.

Dr. Silêman, dema ku dibîne Kurdistan rastî êrîşa DAIŞê hat û welat kete xeterê, dest ji her tiştê xwe li Almanya ber dide û berê xwe dide Başûrê Kurdistanê.  Dr. Silêman got: “Piştî êrîşa DAIŞê li ser Kurdistanê min nikarî bû li Almanya bimînim û ji dûr ve lê temaşe bikim.”

Dr. Silêman li Başûrê Kurdistanê cilûbergên Pêşmergeyan li xwe kir, weke Pêşmergeyekî xwebexş çû eniyên şer. Di nava şer de, weke pisporekî pûçkirina mayînên ku DAIŞ çandine kar kir. Bi pûçkirina otomobîlên bombekirî yên DAIŞê, wî jiyana bi sedan Pêşmerge parast û wan ji mirinê rizgar kirin

Dr. Silêman, roja 26ê Cotmehê, dema ku ew û hevalên xwe yên Pêşmerge dikevine tuneleke mezin ya DAIŞê, li gundê Tiz Xiraba mezin ya ku ser bi Başîkê ve, di encama teqîna mayînan de, ew di rûyê xwe de bi giranî birîndar dibe.

Piştî ku Dr. Silêman rojekê li nexweşxaneyeke Hewlêrê di bin çavdêriya bijîşkî de dimîne, bo wergirtina çareseriya tenduristî bo Nexweşxaneya Koblenz a leşkerî li Almanya tê veguhastin û piştî rojekê li wê nexweşxaneyê dimîne, Dr. Silêman dikeve nava rêza şehîdan.