Merkel di 2021an nabe berbijêr

Angela Merkel di sala 2021an de nabe berbijêra Şêwirmendiya Almanyayê

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanyayê, bihêztirîn jin a siyaseta cîhanê Angela Merkel ragihand ku, di Kongreya pêş a Partiya Kristiyan Demokrat de nabe berbijêra Serokatiyê. Herweha di sala 2021an de nabe berbijêra Şêwirmendiya Almanyayê.

Ev daxûyaniya Merkel bû nûçeya yekem a medyaya Ewrûpayê û di destpêka ragihandina nûçeyê de Euro beramberî Dolar ê Amerika şkestinek mezin xwar, lê piştî ku Merkel ragihand ku, heta dawiya dema Şêwirmendiyê dê liser karê xwe bimîn e, Euro dîsa beramberî Dolar balansek dît.

Angela Merkel a 64 salî ji sala 2000an ve Serokatiya Partiya Kristiyan Demokrat birêve dibe.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment