Amerîka û Tirkiyê amade ne li Minbicê gerên çavdêriyê destpê bikin

Wezareta Bergiriya Amerîka: Hêzên Amerîkî û Tirkî rahênaniyên xwe ji bo destpêkirina gerên çavdêriyê yên hevbeş li Minbicê, bidawî kirine û di demeke nêzîk de, ewê dest bi gerên xwe bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Bergiriya Amerîka ragihand, ku rahênan û amadekariyên wan û Tirkiyê ji bo destpêkirina gerên çavdêriyê li Minbicê bidawî hatine.

Peyvdarê Wezareta Bergiriya Amerîka Shon Robertson ragihand, ku hêzên Amerîkî û Tirkî rahênaniyên xwe ji bo destpêkirina gerên çavdêriyê yên hevbeş li Minbicê, bidawî kirine û di demeke nêzîk de, ewê dest bi gerên xwe bikin.

Di Hizêrana derbasbûyî de, Amerîka û Tirkiye derbarê Minbicê lihev kirin ku YPG û HSD ji wê navçeyê derxînin û piştre herdu welat gerên çavdêriyê yên hevbeş li derdor û nava wî bajarî derxînin.

N.O