Teqînek di nav serdankirên Şî'e de li Xaneqînê çêbû

Ji encama teqîna bombeyeke vedayî, ku di nav serdankirên Şî'e de li Xaneqînê teqiya ye, jinekê jiyana xwe jidest daye û çar kesên din jî birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ji encama teqîna bombeyeke vedayî, ku di nav serdankirên Şî'e de li Xaneqînê teqiya ye, jinekê jiyana xwe jidest daye û çar kesên din jî birîndar bûne.

Berpirsê Liqê 15an ê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Xaneqînê Şêx Ceifer Mistefa, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku teqîn a bombeyekê bû, ku li nêzîkî devera Bawe Mehmûd çêbûye û ji encama wê, heya niha jinekê canê xwe jidest daye û çar kesên din birîndar bûne.

Herwiha hin jêderên haydar diyar kirin, ku bombeyeke din jî li Xaneqîn hatiye vedan û niha polîsên wî bajarî bizava vekirina wê bombê dikin.

N.O