Encamên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatin pesendkirin
Piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan ji aliyê Komisyonê ve, piraniya aliyên beşdar tane li encaman dan û piştî lêkolînê tevahiya encaman hatin pesendkirin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Jêderekî pilebilind ji Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re ragihand, ku piştî lêkolînkirinê li ser tevahiya taneyan, îro Sêşemê encamên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatin pesendkirin û ji bo Komisyona Bilind a Hilbijartinan hatin şandin.
Piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan ji aliyê Komisyonê ve, piraniya aliyên beşdar tane li encaman dan û piştî lêkolînê tevahiya encaman hatin pesendkirin.
Hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di roja 30/9/2018an de hatin kirin. Çend rojan piştî ragihandina encamên destpêkî, şeva 20/10/2018an, Komisyona Bilind a Hilbijartin û Raprisiyê li Herêma Kurdistanê, encamên dawî yên hilbijartinan belav kir. Li gorî encaman, Partiya Demokrat a Kurdistanê piraniya dengan bi dest aniye.
Roja 6/11/2018an, dema yasayî ya gera niha ya Perlemana Kurdistanê bidawî dibe û divê berî wê demê Perlemana Kurdistanê bi endamên xwe yên nû bicive, heger na, wê Kurdistanê bikeve valahiya yasayî de.
N.O