HDPê: Armanca me bidestxistina 150 şaredariyan e
Hevseroka HDPê Perwîn Buldan: Armanca me ya sereke di hilbijartinên şaredariyan de, nehiştina danîna qeyûman e û armanca diwem jî bidestxistina 150 şaredariyan e.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hevseroka HDPê Perwîn Buldan ragihand, ku armanca wan a sereke di hilbijartinên şaredariyan de, nehiştina danîna qeyûman e û armanca diwem jî bidestxistina 150 şaredariyan e.
Perwîn Buldan diyar kir, ku ew tevî hemû rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan, ciwan û jinan bi hestên seferberiyê kar dikin û dixwazin li Bakurê Kurdistanê qeyûm nemînin.
Buldan zelal kir, ku li bajarên mezin ên Tirkiyê, bi taybet li Stenbolê, heger ew ne partiya sereke bin jî, lê ew rola kilîlê dilîzin û heger hevgirtina dijberiyê hebe, ewê karibin gellek şaredariyan ji destê AKPê derxînin û got: Di vî warî de hevdîtin û diyalog hene, lê hîn tiştek zelal nebû ye.
Navhatî behsa wê yekê kir, ku ew dixwazin bi partiyên Kurdistanî re hevgirtina Kurdan pêk bînin û helwesteke Kurdistanî nîşan bidin, ne ku tenê hevpeymaniyê ji bo hilbijartinan bikin û tekez kir, ku di vî warî de jî xebatên wan berdewam in.
N.O