Serok Barzanî û Serokê Komela Komara Iraqê tekezî li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê dikin
Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Komela Komara Iraqê Se'ed El Cenabî civiya û tekezî li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Komela Komara Iraqê Se'ed El Cenabî civiya û tekezî li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê kirin.
Li gor malpera taybet a Serok Barzanê, îro Sêşem 30.10.2018 li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Komela Komara Iraqê Se'ed El Cenabî kir.
Di hevdîtinê de, ku Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Şu'î(Komunist)a Iraqê Casim El Helfî amade bû, rewşa siyasî ya Iraq û proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyê.
Her di vê civînê de, behsa rewşa bajarê Kerkûkê kirin û tekez kirin ku divê rewşa bajar bê asayî kirin û Kerkûk wekî mînaka pêkvejiyana pêkhatên bajêr bimîne.
S. B