Li Efrîn bombeyek teqiya.. 3 welatî bûn qurbanî

Bombeyeke vedayî li gundekî Efrînê teqiya û di encamê de welatiyekî canê xwe jidest û 2 welatiyên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bombeyeke vedayî li gundekî Efrînê teqiya û di encamê de welatiyekî canê xwe jidest û 2 welatiyên din jî birîndar bûn.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, Li gundê Goliya ya ser bi navçeya Raco ve, bombeyek vedayî bi terektorekê de teqiya û di encamê de welatiyê bi navê Elî Beşîr canê xwe jidest da û birayê wî Mihemed û biraziyê wî birîndar Osman bûn.

Wî jêderî da zanîn, di teqînê de destê Mihemed û ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hate veguhastin, lê birînên Osman Beşîr sivik bûn û niha vegeriya mala xwe.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara bûrî de, bi dehan bombeyên vedayî bi otombîl û welatiyên sivîl de teqiyane û bi dehan jî welatî bûne qurbanî.

Ta niha nayê zanîn ewqas mîn bombe li nava mal û li ser riyên sivîlan ji aliyê kîjan alî ve hatine çandin û vedan.

 

S. B