HSD: DAIŞ derbasî hin taxên Sosê bû

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amarên 15 rojên dawiyê yên şerê li rojhilatê Dêrazorê belav kir û tekez kir, çekdarên DAIŞê bajarokê Sosê kontrol nekir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amarên 15 rojên dawiyê yên şerê li rojhilatê Dêrazorê belav kir û tekez kir, çekdarên DAIŞê bajarokê Sosê kontrol nekir.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de da zanîn, di 15 rojên dawiyê çekdarên DAIŞê sûde ji rewşa hewayê ya bi toz dîtin êrîşî ser xalên HSDê kirin, lê şervanên HSDê rûbirûyî wan êrîşan bûn.

Di daxuyaniyê de hat jî, li bajarokê Sosê şerekî giran rû da û hejmarek ji çekdarên DAIŞê derbasî nava hin taxên wî bajarokî bûn, şer û pevçûnên giran berdewam kirin, lê nekarîn wî bajarî bi temamî kontrol bikin.

Ragihand jî, li eniya gundê Baxozê jî, çekdarên DAIŞê ji 3 aliyan ve êrîş kirin, DAIŞê hewl da 4 otombîlên bpmbebarkirî biteqîne, lê şervanên HSDê karîn wan hemûyan ber bigihin armanca xwe biteqçnin.

HSD diyar kir, di şer û pevçûnan 78 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. 5 otombîlên bombebarkirî, 2 otombîlên ji cura Hummer, 3 otombîlên Doşka lê siwarkirî û 18 avahiyên ku çekdarên DAIŞê xwe tê de bûn jinav birin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê aşkere kir jî, di şer de 21 şervanên HSDê canê xwe jidest dan û hejmarek din jî birîndar bûn.

HSDê roja 10.9.2018an dawî qonaxa şerê li dijî DAIŞê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê Dêrazorê ji bo rizgarkirina navçeyên Hecîn, Sose, Şe'ife û gundê Mezar'i û derdora wan navçeyan ragihandibû. Berî çend rojan jî bajarokê Sosê ji çekdarên DAIŞê kontrol kiribû.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, çekdarên DAIŞê êrîşeke berûvajî li ser bajarokê Sosê kirin û karîn wî bajarî kontrol bikin û 68 şervanên HSDê jî canê xwe jidest dabûn.

Rewangehê diyar kir jî, wek amadekariyek cenga dawiyê, 500 şervanên taybet ên ji YPG û YPJê gihîştin rojhilatê Dêrezorê, ku tê çaverêkirin di demjimêrên bê de dest pê bike.   

 

S. B