Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê dev ji postê xwe berdide

Li gorî yasayên Iraqê, di dema valabûna postê parêzgarê Kerkûkê de, ji ber sedemên geştkirinê yan moletwergirtinê yan destjikarkişana parêzgar, divê qayimqamê navenda Kerkûkê cihê parêzgar bigire û dest bikar bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rakan Cibûrî ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an bi awayekî neyasayî wek parêzgarê Kerkûkê hatibû sepandin, di dema dawî de ji bo Perlemana Iraqê hat hilbijartin û divê di meha dahatî de, di Perlemana Iraqê de, sûnda yasayî bixwe û wek endamê Perleman dest bikar bike.

Ev pirs di nav alî û pêkhateyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, bûye cihê gotûbêjan. Li gorî yasayan divê qayimqamê navenda Kerkûkê, ku niha ew post ji pişka Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, wek parêzgarê nû yê Kerkûkê dest bikar bike û tevî ku heya niha qayimqamê navenda Kerkûkê (Kamîl Saleyî) bi fermî li ser wê yekê nehatiye haydarkirin, lê bi gotina wî piraniya pêkhate û aliyan piştevaniya wî dikin.

Kamîl Saleyî ji Kurdistan24ê re got: Her dema pêwîst bû ku li Kerkûkê xizmetê bikim, ez amade me xizmeta bajarê Kerkûkê bikim. Gellek kesan ji nav aliyan pêwendî bi min re kirin û diyar kirin, ku heger ez vegerim Kerkûkê, ew amade ne piştevaniya min bikin.

Li gorî yasayên Iraqê, di dema valabûna postê parêzgarê Kerkûkê de, ji ber sedemên geştkirinê yan moletwergirtinê yan destjikarkişana parêzgar, divê qayimqamê navenda Kerkûkê cihê parêzgar bigire û dest bikar bike.

N.O