Çekdarên DAIŞê li biyabana Iraqê li derfeta vegerê digerin

Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, ku di encama kempîneke geran û pişkinînê de, hêzên wê çar çekdarên DAIŞê li biyabana Iraqê kuştin û hejmarek ji asêgehên wan têk dan.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, ku di encama kempîneke geran û pişkinînê de, hêzên wê çar çekdarên DAIŞê li biyabana Iraqê kuştin û hejmarek ji asêgehên wan têk dan.

Di daxuyaniyekê de, navenda ragihandina cengî di Wezareta Navxwe de eşkere kir, ku li navçeyên bakurê Sîniye li parêzgeha Selaheddîn, çar çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ku dixwestin êrîşî hêzên emnî bikin.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên emnî karîn çendîn asêgehên DAIŞê li biyabana wê navçeyê bibînin û wêran bikin û gellek corên çekan jî, ji wan asêgehan derxistin.

Hevdem li gel van pêşhatan, gellek çavdêrên siyasî û serbazî hişyariyê ji vegera çekdarên DAIŞê ji bo wan navçeyan didin, ku berî niha di destê wan de bûn, lê dibe ku bi navekî din ew çekdarana vegerin.

N.O