Îdara rewa ya Şingalê vedigere
Serokê Encûmena Qeza Şingalê: Piştî kombûna me li gel fermandeyên Artêşa Iraqê li Parêzgeha Nînewa, biryar hat stendin ku îdara rewa vegere Şingalê û dest bi karên xwe bike.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Biryar e îro îdara rewa vegere bajarê Şingalê û dest bi karên xwe bike.
Serokê Encûmena Qeza Şingalê Weys Nayif Bedel ji Kurdistan24ê re ragihand, ku piştî kombûna wan li gel fermandeyên Artêşa Iraqê li Parêzgeha Nînewa, biryar hat stendin ku îdara rewa vegere Şingalê û dest bi karên xwe bike.
Piştî êrîşên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî di 16ê Cotmeha 2017an de, îdareya rewa ji bajarê Şingalê vekişiya û ji wê demê ve, heya niha postên îdarî li wê deverê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatibûn dagirtin.
N.O