Kurdistan24.. Sê sal rûmalkirin û pêdeçûna berdewam

Rêvebirê Ekadîmiya France24ê: Em jî nûçeyên Kurdistan24ê bikar tînin, ji ber em zanin ku nûçeyên wê cihê baweriyê ne û li her cihekî nûçe hebin, K24 li wî cihî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro sê sal di ser damezirandina Dezgeha Kurdistan24ê ji bo Lêkolîn û Ragihandinê re derbas bûn û yekemîn weşana Kurdistan24ê, wek kenaleke ezmanî pêşeng di medya Kurdistanê de destpê kir.

Vê kenalê di rewşeke dijwar de, di warê siyasî, emnî û abûrî de li Kurdistanê dest bi karên xwe kir, bi gotina pisporên di warê ragihandinê de, ji wan jî tora medyayî ya France24, ku rahênan ji stafê televizyona Kurdistan24ê re kiriye, K24ê kariye serketineke mezin tomar bike û hem li nav Kurdistanê û hem jî li derve, bûye jêderekî cihê baweriyê ji nûçe û zanyariyan re.

Kurdistan24ê berî sê salan ji niha, di rojekê wek îro de, dest bi weşana xwe kir û di demeke kin de, karî bibe yek ji sereketirîn kenalên ezmanî yên Kurdistanê û bûye jêdera zanyariyan ji medya navxwe û ya cîhanî re.

Destpêka karên K24ê hevdem bû li gel rewşeke gellekî hestyar li Kurdistan û Iraqê. Vê kenalê di demekê de dest bi rahênan û weşanê kir, ku beşekî mezin ji axa Iraqê û devera Şingalê ketibû dest terorîstên DAIŞê de û Hikûmeta Iraqê budceya Herêma Kurdistanê birrî bû.

Lê tevî wan dijwariyan, K24ê karî di demeke kin de, derbarê çawaniya amadekirin û pêşkêşkirina nûçeyan û veguhestina nûçeyan û rûmalkirina bûyeran û berhemanîna pirogramên televizyonî, bi hevkarî li gel tîmekê ji pisporên tora medyayî ya France24ê, rahênaneke têr û tesel û li gorî standardên cîhanî ji karmendên xwe re bibe serî.

Li ser vê yekê, Rêvebirê Ekadîmiya France24ê Antoine Cormery, ku yek ji rahêneran bû dibêje: Ji bo min û ji bo Ekadîmiya France 24 û hemû rahêneran, beşdarîkirina me di pirojeyekî bihêz wek Kurdistan24ê de, hizreke balkêş bû. Ew kesên biryara vekirina vê kenalê dan, gellekî biwêr bûn, ji ber ku berî sê salan ji niha, çekdarên DAIŞê tenê çend kîlometran ji Hewlêrê dûr bûn. Em dilxweş in ku em bûne beşekî vê biserketinê. Kurdistan24 biserketineke gellekî mezin tomar kiriye, ji ber ku li gorî standardên bilind kar dike. Em jî nûçeyên vê kenalê bikar tînin, ji ber em zanin ku cihê baweriyê ne û li her cihekî nûçe hebe, hûn li wî cihî ne.

N.O