Ceifer Îmînkî behsa biryareke dîrokî ya Perlemana Kurdistan dike
Ceifer Îmînkî eşkere kir, ku di heyama çar salên karkirinê de, gera çarem a Perlemana Kurdistanê 31 yasa pesend kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Cîgirê Serokê Perlemana Kurdistanê Ceifer Îmînkî, berî destpêkirina dawîn civîna gera çarem a Perlemana Kurdistanê ragihand, ku yek ji wan biryarên dîrokî yên ji aliyê gera çarem a Perlemana Kurdistanê ve hat stendin, şandina hêzên Pêşmergên Kurdistanê bû ji bo Kobanê, daku bergiriyê li wî bajarî bikin û rê li ber çekdarên DAIŞê bigirin.
Ceifer Îmînkî eşkere kir, ku di heyama çar salên karkirinê de, Perlemana Kurdistanê 31 yasa pesend kiriye.
Îro demjimêr 12ê nîvro, Perlemana Kurdistanê civînek lidar xist, wek dawîn rûniştina gera çarem û di rûniştinê de, bidawîbûna gera çarem hat ragihandin.
Duh jî Dadgeha Pêdeçûnê ya Herêma Kurdistanê, encamên dawî yên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê pesend kir û li gorî sîstema navxwe ya Perlemana Kurdistanê, piştî pesendkirina encaman bi 10 rojan, pêwîst e Serokê Encûmena Dadwerî, fermana lidarxistina yekem civîna gera nû ya Perlemana Kurdistanê bide û heger ew ferman neyê dayin, gera nû ya Perlemana Kurdistanê, wê rojekê piştî moleta yasayî bi xwe civîna xwe lidar bixe û bitementirîn endam serokatiya wê civînê bike û piştre Desteya Serokatiya Perleman hilbijêre.
N.O