Perlemana Iraqê rûniştineke taybet li ser rewşa Kerkûkê lidar dixe

Cîgirê diwem ê Serokê Perlemana Iraqê ji Kurdistan24ê: Soz ji serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî hatiye wergirtin, ku di dema sê mehan de, rewşa Kerkûkê bê çarekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Cîgirê diwem ê Serokê Perlemana Iraqê Dr. Beşîr Hedad ragihand, ku di van nêzîkan de, wê Perlemana Iraqê derbarê rewşa Kerkûkê, civîneke taybet lidar bixe û rewşa wê Parêzgehê gengeşe bike.

Dr. Beşîr Hedad di bersiva xwe de, li ser pirseke Kurdistan24ê got: Soz ji serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî hatiye wergirtin, ku di dema sê mehan de, rewşa Kerkûkê bê çarekirin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê Parêzgeha Kerkûkê û gellek navçeyên din yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê dagîr kirin û ji wê demê ve, rewşa emnî li wan navçeyan û bi taybetî li Kerkûk û Xurmatû têk çûye û gellek mal û milkên Kurdan hatin talankirin û wêrankirin û tawanên li dijî mirovatiyê li dijî Kurdan hatin encamdan û serkirdeyên îdarî û emnî yên Kurd li parêzgeha Kekrûkê, ji kar hatin dûrxistin û piroseya erebkirinê li Kerkûkê destpê kir.

Ev hemû di demekê de ne, ku li gorî maddeya 140î ya destûra Iraqê, divê li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Kurdistanê, erebên ne xelkê cî ji Kerkûkê û hemû navçeyên meddeya 140î bên derxistin û Kurdên ku di serdema rêjîma Sedam de, bi zorê ji wan navçeyan hatibûn derxistin, dubare li wan navçeyan bên vegerandin û piştre serjimêrî bê kirin û di dawiyê de referandumek bê encamdan û ji welatiyên wan navçeyan bê pirsîn, gelo ew dixwazin navçeyên wan li Herêma Kurdistanê vegerin yan bi Iraqê re bimînin.   

N.O