PKK û Heşda Şeibî rê li ber vegera îdareya Şingalê digirin
Piştî ku îro îdareya rewa ya Şingalê vegeriya wê qezayê, hêzên PKK û Heşda Şeibî rê li ber wê girt û nehîşt berpirs û fermandarên wê îdareyê derbas bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku îro îdareya rewa ya Şingalê vegeriya wê qezayê, hêzên PKK û Heşda Şeibî rê li ber wê girt û nehîşt berpirs û fermandarên wê îdareyê derbas bibin.
Jêderekî agahdar ji Şingalê ji K24ê re ragihand, îro îdareya rewa ya Şingalê vegeriya wê qezayê, lê ji aliyê PKK û bi piştevaniya Heşda Şeibî rê li berpirs û fermanberên îdareya rewa ya Şingalê hate girtin.
Got jî: “Niha ji çend aliyan ve hewl ji bo çareserkirina wê pirsgirêka ku PKK û Heşda Şeibî dirust kiriye tê kirin.”
Ev yek di demekê de ye, Serokê Encûmena Qeza Şingalê Weys Nayif Bedel îro ji K24ê re ragihandibû, piştî kombûna wan li gel fermandeyên Artêşa Iraqê li Parêzgeha Nînewa, biryar hat standin ku îdara rewa vegere Şingalê û dest bi karên xwe bike.
Piştî êrîşên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî di 16ê Cotmeha 2017an de, îdareya rewa ji bajarê Şingalê vekişiya û ji wê demê ve û heya niha postên îdarî li wê deverê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatibûn dagirtin.
S. B