Platform Ziman dê pêşî li tifaqa siyasî jî veke!
Nûnerên HDP û PDK-Tirkiye dibêjin; daxwaza wan jî ew e ku ev tifaqa platformê, pêşî li tifaqa siyasî jî veke.
K24 – Diyarbekir
Platforma Zimanê Kurdî ku bi armanca pêşîlêgirtina pişaftin û xwepişaftinê li Diyarbekirê bi pêşengiya 9 partiyên siyasî û Kurdistanî hat avakirin, ji bo ku bala raya giştî ya cîhanê bikişîne ser astengiyên li ser zimên; xebatên xwe didomîne. Nûnerên HDP û PDK-Tirkiye ku ji yekgirtiyên platformê ne; didin zanîn ku avakirina vê platformê bingeheke demokrasiyê damezirand û daxwaza me ev e ku beriya Hilbijartinên Herêmî jî gavên tifaq û yekgirtina Kurdan werin havêtin.
Endamên Platforma Zimanê Kurdî ku ji aliyê rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan HDP, Partiya Herêmên Demokratîk DBP, PDK-Tirkiye, PDK-Bakur, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK, Partiya Azadî û Sosyalîzmê OSP, Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Partiya Mirov û Azadiyê û Hereketa Azadî ve hat avakirin, li ser armancên pêşerojê xebatên xwe didomînin. Hevseroka HDP'a Diyarbekirê Fîlîz Bûlûttekîn di derbarê xebatan de dibêje; armanca me, bi proseyên yasayî bicihkirina Zimanê Kurdî ya qada dam û dezgehên fermî û qada perwerdehiyê ye.
Hevseroka HDP'a Diyarbekirê Fîlîz Bûlûttekîn ji K24ê re got: "Di hela gel de pirsgirêk tuneye, gel bi zimanê xwe diaxive. Di hela fermî de pirsgirêk heye. Ji bo ku Zimanê Kurdî jî di fermiyetê de were bicihkirin û gel bikaribe di qadên jiyanî de û di qada perwerdehiyê de zimanê xwe bi kar bîne, em dixwazin ev ziman di pêşerojê de bikeve fermiyetê û em jî di nav gele xwe de pêşengiyê dikin."
Partiyên Siyasî û Kurdistanî yên ku li Bakur û Tirkiyê nûnertiya Kurdan dikin; bi dirûşima; " Îro Zimanê me ji nav biçe, dê sibê gelê me ji nav biçe!" li hev civiyabûn. Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-Tirkiye Şerefxan Cizîrî jî dide zanîn ku ji bo bicihanîna armancên platformê; di 11 û 12 Mijdara 2018'an de dê civîneke dorfireh a bi beşdariya pisporan û hevgirtiyên platformê pêk were.
Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-Tirkiye Şerefxan Cizîrî dibêje: "Em ê ji dewletê ji bilî Zimanê Kurdî çi bixwazin; em ê li ser vê mijarê li hev bicivin. Dûre em ê ji Kurdan çi bixwazin, em ê li ser vê esasê li hev bicivin û fikirên xwe rûqalî hev bikin. Ya sisiyan jî qada navneteweyî ye. Ji koma miletan, ji Konseya Ewropayê û gelek saziyên navneteweyî ku bi ziman, çand û mafên zimên pêwendîdar in; em ê li ser van 3 esasan daxwazên xwe şênber bikin."
Li Bakur yek ji mijarên ku wekî hesasiyetên civakê tên dîtin, mijara Zimanê Kurdî ye ku bibe zimanê perwerdehiyê. 9 partî û rêxistinên li Bakur nûnertiya Kurdan dikin jî didin zanîn, ku ew hay ji hesasiyetên civakê yên Zimanê Kurdî û Tifaqa Neteweyî hene û nûnerên HDP û PDK-Tirkiye dibêjin; daxwaza wan jî ew e ku ev tifaqa platformê, pêşî li tifaqa siyasî jî veke.