Amerîka li çareyekê di navbera Tirkiye û HSDê de digere

Nûnerê Amerîka yê taybet bi Karûbarên Sûriyê James Jeffrey radigihîne, Amerîka kar li ser dîtina çareyekê di navbera Tirkiye û aliyê Kurdî li Sûriyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Amerîka yê taybet bi Karûbarên Sûriyê James Jeffrey radigihîne, Amerîka kar li ser dîtina çareyekê di navbera Tirkiye û aliyê Kurdî li Sûriyê dike.

James Jeffrey li Parîsê ji rojnamevanan re ragihand, hêzên Amerîkî hevrêziyê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên din ên xwecihî re dike, Amerîka kar ji bo dîtina çareyekê di navbera Tirkiye û aliyên Kurdî de dike.

Nûnerê Amerîka yê taybet bi Karûbarên Sûriyê hişyarî jî da, her aliyek êrîşî hêzên wan li Sûriyê bike, ewê bi tundî bersivê bidin.

Çend roj in Artêşa Tirkiyê baregehên YPG li bajarên Kobanê û Girê Sipî li Rojavayê Kurdistanê topbaran dike û li gorî zanyariyan, heya niha di encamê de 2 şervanên YPGê canê xwe jidest dane.

HSDê ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Kobanê û Girê Spî, operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê bi awayekî demkî rawestand. Herwiha di daxuyaniyekê de tekez kir, ewê bersiva her êrîşekê li ser bingehên wan bidin.

James Jeffrey aşkere kir jî, armancên wan li Sûriyê rûbirûbûna DAIŞê, derxistina hêzên Îranî û hêzên ser bi wê ve ji Sûriyê û danîna proseya siyasî li ser bingeha biryara navdewletî 2254 in.

Amaje bi wê jî kir, Amerîka hewl dide hêzên Îranî bi riyên siyasî ji Sûriye derxe. Got jî: “Lê Îsraîl bijardeya leşkerî hilbijartiye û hewl dide li karînên Îranê yên leşkerî li Sûriyê bide.”

 

S. B