Li Batmanê şer derket

Li Batmanê gerîlayekî PKKê canê xwe ji dest da û polîsekî taybet jî birîndar bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Batmanê gerîlayekî PKKê canê xwe ji dest da û polîsekî taybet jî birîndar bûye.

Li Batmanê di navbera gerîlayên PKKê û polîsên taybet ên Tirkiyê de şer derket. Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyê, gerîlayekî PKKê canê xwe ji dest daye û polîsekî taybet jî birîndar bûye.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarê Batmanê operasyoneke berfireh kir û avêt ser malan. Di encamê de bi dehan kes hatin girtin û di nava wan de Şaredarê ji kar hatî derxistin Sabrî Ozdemîr jî heye.