Hêzên Amerika û Tirkiye gera çavderiya Minbicê kirin

Hêzên Artêşa Tirk û Artêşa Amerîkayê di çarçoweya nexşerêya Minbicê de li gundewarên Minbicê dest bi gera çavdêriyê kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Artêşa Tirk û Artêşa Amerîkayê di çarçoweya nexşerêya Minbicê de li gundewarên Minbicê dest bi gera çavdêriyê kirin.

Peyamnêrê Kurdistan24 da xûyakirin, Hêzên Hevpar ên Artêşa Tirk û Artêşa Amerîkî li gundewarên Minbicê dest bi yekem gera çavdêriyê kirin.

Di çarçoweya gera çavdêriyê de, perwerdeya hevpar di 25'ê Cotmehê de bidawî bû bû.

Gera çavdêriya hevbeş a yekem, li ser Çemê Sacurê ku, di sînorê navbeyna xeta Operasyona Mertala Firatê û Minbicê de ye, hate encamdan.

Hêzên Artêşa Tirk, ji 18'ê Hezîranê ve heta niha liser sînorê Minbicê 68 caran gerên çavdêriyê encam dan e.

Wezîre Berevanî yê Tirkiyê jî da xûyakirin, gera çavdêriya hevbeş, demjimêr 15:53an de destpê kiriye.

 

 

C.B