Bexda: Rewşa emnî li ser sînorên bi Sûrya re di bin kontrolê de ye
Yehya Resûl: Hemû sînorên Iraqê li gel Sûrya, ji aliyê Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve hatine kontrolkirin û niha çekdarên DAIŞê pênc kîlometran li aliyê Sûryê, ji sînorên Iraqê dûr in.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Navenda Ragihandina Ewlekarî ya Iraqê tekez kir, ku hemû sînorên li gel Sûrya di bin konrolê de ne.
Peyvdarê wê navendê Yehya Resûl ragihand, ku hemû sînorên Iraqê li gel Sûrya, ji aliyê Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve hatine kontrolkirin û niha çekdarên DAIŞê pênc kîlometran li aliyê Sûryê, ji sînorên Iraqê dûr in.
Yehya Resûl diyar kir, ku wan kamîreyên pêşketî li ser sînoran danîne û firokeyên bêfirokevan bi awayekî berdewam li ezmanê wan navçeyan difirin û çavdêriya tevgerên çekdarên DAIŞê dikin.
Ev çend roj in, tevgera çekdarên DAIŞê li ser sînorên Sûryê zêde bûye û Heşda Şeibî rewşa awarte li wan navçeyan ragihandiye.
N.O