PDK û YNK pirsa pêkanîna Hikûmeta Herêmê gotûbêj dikin
Eta Şêx Hesen: Di vê qunaxê de, pêwîstiya PDK bi hevbeşiya siyasî tine ye ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, lê ji mafê hemû aliyan e, ku li gorî deng û kursiyên bidest xistine, beşdariyê di Hikûmeta nû de bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, hevdîtinên xwe ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê destpê kirine û biryar e ji bo vê pirsê, serdana aliyên siyasî bikin.
Herdu alî wê li ser astekî bilind şandekê ji bo gotûbêjkirina pêkanîna Hikûmetê pêk bînin û dixwazin kabîneya vê carê cuda be.
Piştî pesendkirina encamên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ji aliyê Encûmena Dadwerî ve, pêşbînî hene hefteya dahatî gotûbêj û danûstendin di nav aliyan de, ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Kurdistanê destpê bikin.
Li ser helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê, peyvdarê Serkirdatiya PDK li Silêmaniyê û Helebçe (Eta Şêx Hesen) ragihand, ku di vê qunaxê de, pêwîstiya PDK bi hevbeşiya siyasî tine ye ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, lê ji mafê hemû aliyan e, ku li gorî deng û kursiyên bidest xistine, beşdariyê di Hikûmeta nû de bikin.
Eta Şêx Hesen got jî: PDK pirsên netewî û niştimanî nake biqurbana serkêşiya hin aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê, ji ber ku PDK xwe weke berpirs li ser avakirina Kurdistaneke bihêz dibîne.
N.O