Xwepêşandanên Besra Berdewam in
Kesatiyên xuyayî yên Parêzgeha Besra, gefa wê yekê kirine, heger daxwazên xwepêşanderan neyên bicîkirin, ewê Parêzgeha Besra weke Herêmeke serbixwe ji Hikûmeta Bexdayê rabigehînin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Biryar e îro welatiyên Parêzgeha Besra xwepêşandaneke berfireh birêve bibin.
Hejmarek ji çalakvanên bajarê Besra li başûrê Iraqê, bi riya torên pêwendiya civakî ragihandine, ku ewê îro xwepêşandaneke berfireh li dijî nebûna xizmetguzariyan û ava vexwarinê û bicînekirina sozên Hikûmetê lidar bixin.
Di çend mehên derbasbûyî de, xwepêşandan li Besra û çend parêzgehên din ên başûr û navenda Iraqê, li dijî nebûna xizmetguzariyan hatin lidarxistin û bi sedan kes bûn qurbanî û bêtirî sed hezar kes bi sedema ava pîs jehrawî bûn.
Niha jî çalakvanên Besra dixwazin xwepêşandanên xwe berdewam bikin û li gorî hin jêderan, kesatiyên xuyayî yên Parêzgeha Besra, gefa wê yekê kirine, heger Hikûmeta Bexdayê sozên xwe bicî neke û xizmetkariyan ji parêzgehê re peyda neke, ewê Parêzgeha Besra weke Herêmeke serbixwe ji Hikûmeta Bexdayê rabigehînin.
N.O