Komgeheke çekan li Xurmatû teqiya

Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûk, çek û teqemeniyên Heşdê li nav avahiya Munteda El-Şebab bûn, li nêzîkî rêveberiya Polîsê Xurmatû.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Bi sedema teqîna komgeheke çek û teqemeniyên hêzeke ser bi Heşda Şeibî ve li Xurmatû, hejmarek kes bûn qurbanî.

Peyamnêrê Kurdistan24ê, ji ser zimanê berpirsê baregeha Hemrîn a YNK  Mela Kerîm Şukir ve wergirtiye, ku teqîn di nav baregeheke Hizbullaha Iraqê de, li bajarokê Xurmatû çêbûye.

Ji aliyê xwe ve, endamê Encûmena bajarê Tikrîtê Mela Hesen Dûzî, ji Kurdistan24ê re got: Teqîn di nav komgeheke çek û teqemeniyan li nav baregeha Hizbullaha Iraqî çêbû û heya niha du kesan canê xwe jidest dane û 15 kes birîndar bûne.

Herwiha got: Ne xuya ye ew teqîn çawa çêbûye, lê du sînaryo hene, yek dibêje, ku firokeyekê ew komgeh bordûman kiriye û sînaryoyê din dibêje, ku agir bi komgehê ketiye.

Bajarokê Xurmatû di dema bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de, yek ji wan navçeyan bû, ku radestî Heşda Şeibî hatibû kirin û di encamê de gellek welatiyên wî bajarî hatin derbiderkirin û malên wan hatin sûtandin û talankirin û beşek ji wan hatin wêrankirin û jemarek welatî hatin şehîdkirin.

N.O