Hevserokê PYD: Tirkiye bizava parastina DAIŞê dike

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ragihand, ku êrîşên Tirkiyê rê li ber çarekirina kirîza Sûryê digire armanc û mebesta Tirkiyê mana DAIŞê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ragihand, ku êrîşên Tirkiyê rê li ber çarekirina kirîza Sûryê digire armanc û mebesta Tirkiyê mana DAIŞê ye.

Şahoz Hesen diyar kir, ku armanca êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Girê Sipî û Kobanê, parastin û mana DAIŞê ye.

Hesen got jî: Heger sînorek ji êrîşên Tirkiyê re neyê danîn, wê rewşa Sûryê xirabtir bibe.

Navhatî zelal kir, êrîşên Tirkiyê yasayên navdewletî binpê dikin û got: Êrîşên Tirkiyê wê bizavên çarekirina kirîza Sûryê asteng bikin, lewra divê sînorek ji bo wan êrîşan bê danîn.

Di çend rojên derbasbûyî de, Artêşa Tirkiyê çend navçeyên derdora bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kir û di encamê de çend şervanên YPG û hin welatiyên sivîl bûn qurbanî, herwiha çend rojnamevan jî birîndar bûn.

N.O