DAIŞê êrîşî bingehên HSDê li gundewarê Dêra Zorê kir

Çekdarên DAIŞê êrîşî hejmarekê ji bingehên Hêzên Sûrya Demokrat li devera Ce'abî ya nêzîkî bajarokê Hecîn li rojhilatî Dêra Zorê kirin û şer di navbera herdu aliyan de, heya nîvroya îro berdewam bû.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî hin jêderên xwecihî li gundewarê Dêra Zorê, çekdarên DAIŞê êrîşî hejmarekê ji bingehên Hêzên Sûrya Demokrat li devera Ce'abî ya nêzîkî bajarokê Hecîn li rojhilatî Dêra Zorê kirin û şer di navbera herdu aliyan de, heya nîvroya îro berdewam bû.

Di hefteya derbasbûyî de, Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku rêxistina DAIŞê êrîşî xalên Hêzên Sûrya Demoqrat li rojhilatê Dêra Zorê kir û di encamê de, 68 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan û bêtirî 100 şervanên din jî birîndar bûn.

Di rojên derbasbûyî de jî, piştî ku Artêşa Tirkiyê hin navçeyên ser bi Kobanê û Girê Sipî ve li Rojavayê Kurdistanê topbaran kir, HSDê ragihand, ku wan êrîşên xwe li dijî çekdarên DAIŞê rawestandiye.

N.O